Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spanya di Du Rojan de Nêzîkî 1,000 Koçberî Rizgar Dike


Tîmên reizgarkirinê yên deryayî yên Spanya dibêjin wan di du rojên borî de nêzîkî 1,000 koçberî ji derya Sipî rizgar kirin, ku hewil didan derbasî Ewrupa bin.

Ew dibêjin wan sibeha Şemiyê 206 kes ji 10 qeyikên ciyawaz derxistin, piştî rizgarkirina 774 kesan ji 52 qeyikan roja Înê.

Di demekê de ku cûyîna ji Lîbya êdî zehmet bûye, ji ber helmeta dijî qaçaxiyê, gelek koçber hewil didin ji Cezaîr û Mexdribê biçin Spanya, ku berê bêhtirî 20 hezar kes di sala 2018an de gihîştine wir.

Koçber di qeyikên biçûk de, ku ji bo deryayê nabin, tevlî geştên metirsîdar dibin bi alîkariya mafiyayên qaçaxiyê.

Îsal ta niha bêhtirî 1,500 kes di hewla derbasbûna Erupa de jiyana xwe ji dest dan e.

XS
SM
MD
LG