Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spaniya Dê Rewşa Tengaviyan Heta 26 Nîsanê Dirêj Bike


Sereokwezîrê Spanya Pedro Sanchez dê daxwazê ji Parlemanê bike ku pîvanên girtina cih û dezgehan heta 26ê mehê dirêj bike, di demekê ku asta rojane ya mirin û pêketina bi vîrusa korona îro Şemiyê hinekî kêm bûye.

Piştî axaftina li gel Sanchez, serkirdeyê opozisyonê Pablo Casado di twîteke xwe de got ku serokwezîr ji wî re gotiye dê ji konressê daxwazê bike ku bo cara duyem rewşa tengaviyan dirêj bike.

Berê rewşa tengaviyan a welêt bo 11 mehê hatibû dirêjkirin.

Peyvdareka hikûmetê got dê Sachez di konferansekê de dirêjkirina rewşa tengaviyan ragihîne.

Spanya, bi hejmara qurbaniyên vîrusa korona, welatê duyem e li cîhanê. Ta niha 11,744 kes mirine, lê hejmara miriyên îro kêmtir bû ji ya doh û ya doh jî kêmtir bû ji ya pêr.

Di 24 demjimêrên dawî de 809 kesan jiyana xwe jidest da. Doh Înê 932 mirin û pêr 950 kes.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG