Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îspanya bo Mirîyên Korona Şîna Neteweyî Radigihîne


Îspanya dê bo mirinên jiber vîrusa korona şîna neteweyî ragihîne.

Şîna neteweyî dê roja Çarşemê destpê bike û 10 rojan bidome.

Berdevika Hikûmeta Îspanya Maria Jesus Montero dîyar kir ku alayên li avahîyên fermî dê nîvdaketî bin.

Monter da zanîn ku ewê kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane ji bîr nekin û bo bîranîna wan piştî 10 rojan ewê merasîmekê li dar xin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Îspanya pirtir ji 236,000 kes bi vîrusa korona ketine û 27,117 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG