Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Ser Biryara Karantîna Korona ligel Brîtanya di Danûstandinê de Ye

Passengers wearing face masks to prevent the spread of coronavirus queue prior to departure to London at a British Airways check-in desk at Adolfo Suarez-Barajas international airport, outskirts Madrid, Spain, Sunday, July 26, 2020. Britain has put…

Hikûmeta Îspanî ragihand ku ew bi hikûmeta Brîtanî re di nav danûstandinan e ku kesên ku ji Girava Balearic û Girava Kanarya yên Îspanya vedigerin Brîtanya li dervayê karantîna 14 rojî bihêle.

Wezîrê Derve yê Îspanî Arancha González Laya îro Yekşemê got ku çend seat piştî biryara nû ya Brîtanyta, hewilên wan zêde bûne ku ew her du giravên wan li dervayê wê biryarê werin hiştin.

González Laya got ku ew her du girav pir bi başî tên parastin û rewşa wan ya saxlamîyê ji ya Brîtanya ne xirabtir e.

Di nav rojên dawî de gelek bûyerên pêketina vîrusa korona li herêma Katalonya û Aragon têne dîtin, lê li di giravên girîng yên wî welatî ku navenda turîstên Brîtanî û yên Ewrupî ne, ji korona parastî ne.

Kompanîya Tui, ku şîrketa herî mezin ya turîzmê ya Brîtanî ye, îro ragihandibû ku wê firînên ji Îspanya re jiber korona betal kirine, lê paketên behnvedanê yên bo Balearic û Kanarya her didomîne.

__

XS
SM
MD
LG