Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li Tirkiyê


Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li 16 bajarên Kurdan û li 49 navçeyan, li ser axaftina bi kurdî li Tirkiyê anketek amade kir.

Li gorî encamên anketê li bajarên Kurdan ji sedî 65ê rûniştvanan li malê xwe bi Kurdî, ji sedî 26 bi Tirkî, sedî 4 Erebî, ji sedî 3 Zazakî diaxivin.

Ji sedî 57 li derve bi Kurdî, ji sedî 38 bi Tirkî, ji sedî 2,4 bi Erebî, ji sedî 2 jî bi Zazakî diaxivin.

Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê
Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê

Lêkolîn destnîşan dike ku temen çiqas mezin dibe, rêjeya axaftina bi Kurdî zêdetir dibe:

Ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 24 salî de ne, ji sedî 64 bi Kurdî; kesên ku temenê wan ji 65 mezintir e ji sedî 68ê wan bi Kurdî diaxivin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG