Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Gomana Wergirtina Diyariyan Netanyahu Tê Lêpirsînkirin


SWerok hikûmetê Îsraelê Benjamin Netanjahu
SWerok hikûmetê Îsraelê Benjamin Netanjahu

Ajansa Reuters li gor Polîsê Îsraelê radigehîne ku, ji sedema wergirtina xelatan, wan serok hikûmet Benjamin Netanjahu bang kiriye û sê seatan pirs ji wî hatine kirin.

Daxûyaniya Polîsan dibêje piştî lêkolîn li gel Netanjahu hatin encam dan, serdozgeran dîsan ew bang kirîye, ji sedema têkil kirina wezîfê xwe yê hikûmî û berjewendiyên şexsî ku diyarî ji karsazan wergirtine.

Rojnama Haaretz bangirkina Netanjahu li gor daxwaznama serdozger Oviyaa Mandelblit pêkahtiye piştî daye zanîn ku, belge liser dozê hene û têra lêkolîn dikin û gomanbariyê derdixin.

Lê polîs û dozgeriya Îsraelê hûrgiliyên lêkolînên li dij Netanjahu nedan xûyakirin, ji aliyê xwe ve berî lêkolîn bihên destpêkirin Netanjahu gote koalisyona partiya Likud ya desthilatdar di parlemenê de berî got bû"Yên li hêvîya ketina wî ne bila lezê li aheng gêranê nekin, Min berî niha gotiye û niha jî dibêjim, tiştek çênabe, jiber ku tiştek nebûye".

Haaretz dide zanîn ku lêkolîn li dij Netanjahu hatine destpêkirin piştî gomana wê yekê heye wî diyarî ji karsazên Îsraelî û biyanî wergirtine.

XS
SM
MD
LG