Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Îsraîl Hişyariya Lezgîn Didin Welatiyên Xwe ku ji Hin Herêmên li Srî Lankayê Derkevin


Dîmenê Rewşa Ewlekarîyê li Sri Lanka
Dîmenê Rewşa Ewlekarîyê li Sri Lanka

Roja Çarşemê, Encumena Ewlekariya Netewî ya Îsraîlê hişyariyek bilez da û bang li welatiyên Israîlî kir ku demildest herêma Bay Arugam û deverên peravê li başûr û rojavayê Srî Lankayê derkevin, jiber gefên dawî yên hewla êrîşên terorîstî yên ku deverên geştyarî dikin armanc.

Encumena Israîlî asta metirsiyê li deverên navborî gihandiye asta çaran, ku asta herî bilind a hişyariyê ye, û ev yek jî bajarên Ahangama, Gali, Hikkaduwa û Weligama dihewîne.

Encûmenê pêşniyar kir ku welatiyên li wan deveran divê derkevin yan biçin paytext, Colombo, ku li wir ewlehîyek tund heye, an jî bi tevahî ji welêt derkevin.

Derbarê herêmên din yên Srî Lankayê, asta metirsiyê derket asta sêyem, û hikûmeta Îsraîlê bang li welatiyan kir ku eger zerorî nebe sefera wî welatî nekin.

Encûmena Îsraîlî herwiha hejmarek agahî dane welatiyên xwe ku nasnameyên xwe eşkere nekin, bi komî ne civin û ji herêmên ku ewlekarî tuneye dûrkevin.

Di heman çarçovê de, balozxaneya Amerîka ya li paytext Colombo (Kolombo) şeva borî agahî dan welatiyên xwe yên li Sri Lanka, jiber "agahiyên pêbawer" ew hişyar kirin ku îhtîmala êrîşên terorîstî heye li başûrê welêt xwe ji wan herêman dûr ragirin.

Balyozxaneyê di nivîsekê de li ser malpera xwe ya Xê got ku gef girêdayî "cihên geştyarî yên qelebalix in, li devera Arugam Bay" , ku devereke navdar ya turîzmê ye

Balyozxaneyê nivîsand: "Ji ber xetereya cidî, balyozxanê ji niha heta demek nediyar çûna karmendên xwe ya herêma Arugam Bay qedexe kir."

Balyozxanê dîsan got divê welatiyên Amerîkî "Heta demek din hişyar bin neçin devera Arugam Bay û xwe ji wê herêm dûr bixin."
"
Balyozxaneyê di derbarê naverok û çavkaniya metirsiyê de bêtir agahî nedan.

XS
SM
MD
LG