Serokwezîrê Sri Lanka Mahinda Rajapaksa, piştî çend protestoyên girseyî îro Duşemê dest ji kar berda.
Karbidestên Sri Lanka da zanîn ku serokwezîr Rajapaksa nameya xwe ya karvekişînê ji serokkomarê welêt re şandiye ku birayê wî ye.
Zêdetirî mehekê ye ku li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî didomin ku ji tevahîya komên olî û nîjadî û aborî bi gezaran kes tê de beşdarî dikin.
Ji alîyê din ve, alîgirên hikûmetê îro paytext Colombo, li derveyê ofîsên seroktîyê êrîşî xwepêşanderên dijî hikûmetê kirin û herî kêm 20 kes birîndar kirin.
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şidandî êrîş kirin û qedexeya derketina derve ya bêdem dîyar kirin.
Her du bira bo bidawîkirina şerê navxweyî yê 30 salî ji hêla piranî ya şênîya Budîst-Sînhalî ya giravê ve wekî qehreman dihatin dîtin.
Birayên Rajapaksas tevî sûcdarkirinên bo tawanên şer, bi rengekî xurt di serê sîyaseta Sri Lanka de heya niha wek aktorên serekî cîhên xwe parastin û desthilatdarîya partîya xwe domandin.