Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Srî Lanka Piştî Êrîşan Qelsîya Îstixbarata Xwe Qebûl Dike


Hikûmeta Srî Lanka ser êrîşên roja Yekşemê qelsîya îstixbarata xwe qebûl kir.

Serokê Parlamantoya Srî Lanka Lakshman Kiriella da zanîn ku karbidestên payabilind yên îstixbaratê ser pêkhatina êrîşan ti agahî nedane endamên hikûmetê.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Servîsa Îstixbaratê ya Hindistanê hink karbidestên Srî Lanka di 4’ê Nîsanê de hişyar kirine, lê wan ser vê îstixbaratê ti agahî nedaye rêberên wî welatî.

Serokê Srî Lanka Maithripala Sirisena, Wezîrê Berevanî Hemasiri Fernando ji kar dûr xist û karvekişîna hin karbidestên din yên ewlekarîyê jî dixwaze.

Di êrîşên roja Yekşemê de, ku li heşt navendan pêk hatibûn û di nav wan de dêr û otel jî hebûn, 359 kes kes hatibûn kuştin û 500 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG