Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Srî Lanka: Hejmara Kuştîyan Rabû 359'an


Hejmara kuştîyên êrîşên Srî Lanka rabû 359’an.

Roja Yekşemê, li heşt navendên cuda yên Srî Lanka, ku di nav wan de otel û dêr jî hebûn, êrîşên xwekuj li dar ketibûn.

Karbidestên Srî Lanka radigihînin do Sêşemê 38 birîndarên din yên êrîşê jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên hikûmetê, pirtirê 400 kes birîndar in û di nav wan de kesên rewşa wan giran hene.

Berpirsîya êrîşan Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtibû ser xwe.

Karbidestên ewlekarîya Srî Lanka dîyar dikin ku heta niha 58 jiber êrîşan hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG