Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîkî li Srî Lanka Hişyarî Dide Amerîkîyan ku ji Cîhên Olî Dûr Bisekinin


Balyozxaneya Amerîkî ya li Kolombo ya paytexta Srî Lanka şîret li Amerîkîyên li wî welatî kir ku ji perestgeh û navendên olî dûr bisekinin.

Balyozxanê bal kişand ku reng e êrîşên nû li Srî Lanka werine kirin.

Hişyarîya balyozxanê çend roj piştî êrîşên xwekujî yên kujer tê ku 359 kes tê de hatibûn kuştin û 500 kesên din jî birîndar bûbûn.

Îro Wezîrê Derve yê Srî Lanka Hemasriri Fernando, piştî daxwaza serokê wî welatî Maithripala Sirisena dest ji kar berda.

Sirisena ji êrîşên kujer Fernando û rêvebirê polîsan Pujith Jayasundara berpirs girtibû û daxwaza karberdana wan xwestibû.

Serokê parlamanê Lakshman Kiriella jî dabû zanîn ku karbidestên payabilind yên îstixbaratê ser pêkhatina êrîşan ti agahî nedane endamên hikûmetê.

Reutersê jî ragihandibû ku îstixbarata Hîndistanî, di 4’ê Nîsanê de hin karbidestên Srî Lanka hişyar kirine, lê wan ser vê îstixbaratê ti agahî nedaye rêberên wî welatî.

XS
SM
MD
LG