Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina 9 Rojnamevanên Kurd li Stenbolê Hat Protesto Kirin


Journalists protest arrest of 9 Kurdish colleagues in Istanbul
Journalists protest arrest of 9 Kurdish colleagues in Istanbul

Bi pêşengîya Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Komela Rojnamevanên Dîcle û Firat (DFG) jibo 9 rojnamevanên ku berîya 2 rojan hatibûn girtin li Stenbolê çalakîyeke protestoyî hat lidarxistin.

Herwiha Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) û hin parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dan vê çalakîyê.

Di vê çalakîya ku li taxa Beyoglu hat lidarxistin de pankarta "Çapemenîya azad serî natewîne" hat vekirin.

Û li vir nûçegihana Jinnews’ê Nîşmîye Guler daxuyanî xwend û wê dîyar kir ku dîroka girtina rojnamavenan ne ji rêzê ye.

Di 29’ê Cotmeha 2016’an de ajans û rojnameyên çapemenîya azad a Kurd bi Biryarnameyek Desthilata Qanûnê (KHK) ya nîvê şevê hatin girtin. Piştî 6 salan biryar hat dayîn ku 9 hevalên me yên di van sazîyan de dixebitin û jiber nûçeyên ku çêkirine û herwiha bi endamtîya komela û çûnûhatina wan weke “sûc” hat dîtin û ew hatin girtin.” Wê got.

Rojnamevan Guler di berdewamîya daxuyanîyê de jî bertek nîşanî desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer da.

“Girtina rojnamevanan yek ji nakokîyên herî mezin ên desthilata AKP Û MHP'ê ye ku di her firsendê de behsa demokrasî û azadîya ramanê li Tirkîye dike. Lê demokrasî, azadîya ramanê û ragihandinê binpê dike. Ev girtina 9 rojnamevanan bi temamî biryarekî sîyasî ye.”

Guler di qedandina axaftina xwe de wiha axifî “Pênûsa çapemenîya azad a ku bi berdelên giran hatiye îro ti carî ji rastîyê tawîz nedaye. Werin em bi hev re van êrîşan têk bibin. Em ji hemû rojnamevanan re azadî dixwazin, çapemenîya azad nayê bêdengkirin û serî natewîne,” we got.

Hêjayî gotinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) di zindanên Tirkîyê de, 44 rojnamevan hene ku ew jiber nivîs û gotinên xwe di zindanê de têne girtin.

MEB_10_31_22_Girtina_Rojnamevanen_Kurd_Protesto
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG