Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

'Hevalên Sûrîyê' li Tirkîyê Civîyan


Di Civîna Wezîrên Derve ya Dewletên Hevalên Gelê Sûrîyê de, Koalîsyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreşger ya Opozîsyona Sûrîyê deklerasyoneke ji 15 madeyan pêk tê pêşkeş kir ku hevalên Sûrîyê jî piştgirîya xwe jê re dîyar kirin.

Di vê deklerasyonê de, armanc û fikarên opozîsyonê yên li ser paşeroja Sûrîyê hatin rêz kirin ku wezîrên dewletên hevalên Sûrîyê piştgirîya xwe ji daxwazên opozîsyonê re dîyar kirin.

Civîna Wezîrên Derve ya Dewletên Hevalên Sûrîyê 20’ê meha 4’an li Stenbolê pêk hat ku heta derengîya şevê dom kir.
Piştî civînê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu û Serokê Koalîsyona Opozîsyona Sûrîyê Muaz El Xetîb derketin pêş medya cîhanî.

Wezîrê Tirk Davutoglu dîyar dike, di encama vê civînê de bangeke bihêz li rejîma Esed û qada navnetewî tê kirin ku ew dibêjin êdî ji kûştinkarîya rejîma Sûrîyê re bes e.

Serokê Koalîsyona Sûrîyê Muaz El Xetîb, destnîşan dike, şoreşa wan jibo hemû hemwelatîyên Sûrîyê ye ku ew dixwazin hikûmeta Amerîkayê piştgirîyeke xurtir bide wan.

Serokê Koalîsyonê herwiha ji Rûsya û Îranê jî daxwaz dike helwesta xwe ya ligel rejîma Sûrîyê biguherînin û li cem şoreşa gelê Sûrîyê cî bistînin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî piştî axaftina Muaz El Xetîb peyivî ku hebûna kesekî mîna wî jibo gelê Sûrîyê bilind nirxand. Birêz Kerry, bal kişand ser êrîşên rejîma Beşar Esed ku êdî ji bilî gelê Sûrîyê li derveyî sînor bandorê li welatên cîran jî dikin. Ew dibêje, ‘Em hemû dixwazin guherîna rejîma Sûrîyê bi awayekî aştîyane pêk were. Serok Obama jî dixwaze piştî Esed Sûrîyeke demokratîk û yekbûyî çêbibe. Serok Obama bi taybet ji min xwest ku em alîkarîyeke pirtir ji opozîsyonê re nîşan bidin.’

Wezîrê Amerîkî eşkere kir, wan bîryar girtîye ji bilî berdewama alîkarîya sîyasî alîkarîya din jî bi rêya Serokê Konseya Bilind ya Leşkerî General Selîm Îdrîs bidomînin.

Ew dibêje, wê rojên pêş li ser alîkarîya opozîsyonê hin daxuyanî din ji bîragiştî re werin dayîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG