Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Akin: Divê Sîyaset bi Kurdî Bê Kirin


Salih Akin
Salih Akin
Zimannasê Kurd Salih Akin dibêje, rola dîasporaya Kurdan di modernîzasyon û standardedîzekirina Kurdî de pir zêde çêbûye.

Ew dide zanîn, xebatên Komîsyona Kurmancî û Koma Vateyî ya li dîasporayê bi taybet li nav Kurdên Tirkîyê hiştîye ku Kurmancî û Zazakî bibin zimanê nivîs û edebîyatê.

Doç. Dr. Salih Akin ku ev bêhtirî 15 sal in li Zanîngeha Rounê ya Fransa xebatên akademîk li ser Kurdî berdewam dike, bi taybet jibo Kurdên Tirkîyê dibêje, divê jibo pêşvebirina çand, nasname û ziman, sîyaseta xwe jî bi Kurdî bikin.

Mamosteyê Zimannasîyê ji Dengê Amerîka re behsa xebat û lêkolînên xwe dike û rewşa pêşveçûna ziman dinirxîne.

Ew dîyar dike, her ku derfên endamên dîasporayê kêm bûn jî, wan bi berhem û rojnameyên Kurdî hiştîye ku li Tirkîyê di nav Kurdan de xwendin û nivîsandina Kurdî pêş bikeve.

Dr. Salih Akin rexneyê li sîyasetvanên Kurdên Tirkîyê jî dike ku jiber zimanê sîyasetê Tirkî ye bandoreke ne baş li ser fikirîn û bikaranîna zimanê Kurdî dike.
Birêz Akin, li ser pirsa bikaranîna her du alfabeyên Kurdî yên sereke alfabeya erebî û latînî dibêje, her ku ev cudabûn sînorekî di nav Kurdan de çêdike jî lazime her du alfabe jî werin parastin.

Xebatên akademîk yên Zimannasê Kurd Salih Akin, di pirtûkeke bi navê ‘Lêkolînên Zimannasîya Kurdî’ li Stenbolê ji alîyê weşanxaneya Avestayê hate çapkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG