Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş dibêje, vekişîna gruba pêşî ya serhildayên Partîya Karkarên Kurdistanê (PKK) di vê qonaxa pêvajoya aştîyê de şansek e.
Hevserokê BDP’ê Demirtaş, di gotara xwe ya ku roj Sêşemê li gruba parlamanê pêşkeş kir de, li ser vekişîna gruba pêşîn ya serhildayên PKK’ê peyivî.
Wî got, "ev şanseke ku em gihîştine vê qonaxê. Êdî em tên wê serdemê ku lazim e hemû kesên heta niha digotin bila çek bêdeng bibin, derkevin derveyî sînoran dengê xwe bilindtir bikin."
Birêz Demirtaş destnîşan kir, piştî despêkirina vekişîna hêzên çekdar serdema dîyalogê derdikeve pêş ku ger civaka Tirkîyê jibo standina hemû maf û azadîyên xwe dengê xwe bilind bike, vê jî deyne ber deshilatîyê wê aştî pêk were.
Hevserokê BDP’ê dîyar kir, heke nêzîkbûneke dilsozî jibo pêvajoyê çêbibe wê pirsa Kurd ku xwedî demborîyeke du sed salî ye di demeke nêz de bigihîje encamê.