Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanên Peqînên Reyhanliyê ji Heman Bajarî ne


Vekolîna polîsên Tirkîyê ya li ser cotepeqînên 11’ê Gulanê ku li bajaroka Reyhanli ya bajarê Hatayê rû dabû û 51 kes hatibûn kuştin bi encam dibe.

Walîyê Hatayê Mehmet Celalettin Lekesiz dîyar kir, 8 bergumanên peqînan ji bajarê Hatayê ne. Wî, ji hemwelatîyan jî xwest jibo 2 kesên revîyane alîkarîya wan bikin.
Walî Lekesiz, îro Înîyê li civîneke rojnamevanî got, ‘4 berguman jibo girtîgehê hatine veguhestin, 4 bergumanên din jî ku yek ji wan bi navê Mehmet G. do êvarê hatibû desteser kirin plankarê esil yê van peqînan e.’

Walî da zanîn, delîlên berçav li ber destê wan hene ku hêzên ewlekarîyê bi awayekî eşkere û zelal derxistiye holê bê bergumanan çi ji kuderê standine û birine kuderê.
Her çiqas karbidestên hikûmeta Tirkîyê dibêjin, li piştperdeya teqînan îstixbarata rejîma Sûrîyê El-Mûxaberat heye jî walî di daxuyanîyên xwe de navê ti hêz û rêxistanan nade.

Tê pêşbînî kirin, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vegera ji Amerîkayê li ser helwesta Tirkîyê ya li dijî rejîma Sûrîyê û rûdana Reyhanliyê hin daxuyanîyan bide.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG