Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Derencama Serdana Xwe ya Amerîkayê Eşkere Kir


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li vegera serdana xwe ya Amerîkayê dibêje, piştî danûstandinên bi karbidestên Amerîkî re ew hêvî dike xwedîderketineke zêdetir ji opozîsyona Sûrîyê re were kirin.

Serokwezîr Erdogan, roja Sêşemê piştî vegera ji Amerîkayê li Stenbolê derbarê danûstandinên bi karbidestên Amerîkî re û babetên rojeva Tirkîyê axivî.

Ew dibêje, wan bi Serok Obama û karbidestên Amerîkî re danûstandin li ser babetên pirsên herêmî û gerdûnî pêk anîne ku bi taybet li ser Sûrîyê, Îraq, Îsraîl û Filîstînê nirxandin hatine kirin.

Serokwezîr Erdogan destnîşan kir, yên rexneyê li alîkarîya wan ya jibo opozîsyona Sûrîyê dikin bila zanibin ku li wir ne tenê Hizbûllah heye, hin hêzên din jî hene û balê dikişîne ser hêzên mîna rejîma Îranê.

Ew herwiha dide zanîn zêdekirina danûstandinên bazirganî jî yek ji babeteke girîng bû di vê serdanê de ku ew dixwazin rêjeya bazirganîya her du welatan ji 8 milyar dolaran derxin 20 milyar dolaran.

Serokwezîr Erdogan herî dawî li ser nîqaşên derbarê vekişîna hêzên PKK’ê got, dayîna tarîxekê jibo dem û cihê vekişînê ne rast e, çawa ketine hûndir ew zanin ji wir derkevin jî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG