Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûdanên Taksîmê Bûn Babeta Sereke li Rojeva Tirkîyê


Li Tirkîyê Qada Taksîm ya Stenbolê, bizavkarên hawîrparêz li dijî çêkirina projeya navendeke kirîn-firotinê li Parka Geryanê ya nêz vê meydanê derdikevin ku rastî midaxeleyeke tund ya polîsan tên.

Çalakvanên parka geryanê 4 roj in ligel piştgirîya dezgehên sivîl, endamên partîyên sîyasî û heta alîgirên tîmên gogê yên Stenbolê li dijî hilkirina darên li nav parkê nobedarîyê dikin û rênadin maşînên kar bixebitin. Bizavkar dibêjin, bi vê projeyê yek ji parka gel ya heşînayî jiholê tê rakirin.

Dema pevçûnên bizavkaran û polîsan berdewam bû do êvarê Dadgeha Kargerîya 6’an ya Stenbolê bîryara rawestandina çêkirina vê projeyê da. Ligel vê biryarê jî midaxeleya polîsan û herikîna bizavkaran ber Taksîmê ve heta derengîya şevê jî berdewam kir.

Rûdanên li Taksîmê û midaxeleya polîsan ku ji 28’ê Gulanê ve li dijî bizavkaran didome li paytaxta Tirkîyê Enqere û bajarê Îzmîrê jî belav bûn.

Di midaxeleya polîsan de, parlamentarê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku ji 28’ê Gulanê ve serkêşîyê li vê bizavê dike bi fîşeka bombeya gazê birîndar bû.

Dîsa parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu jî di nav de bi dehan bizavkarên ku hejmara wan nehatiye dîyar kirin, jiber midaxeleya tund birîndar bûn ku ew jî rakirin nexweşxaneyan.



Walîyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, li pêş medyayê rexne bir ser bizavkaran û got, "em wan gruban ji nêz ve nas dikin, ti eleqeya wan bi hawîrparêzî û hezkirina heşînayîyê re nîn e. Wê astenga polîsan jî berdewam bike."

Parlamentarê BDP’ê yê bajarê Mersînê Ertugrul Kurkçu jî li parlamenê midaxeleya polîsan bi tundî şermezar kir. Wî got, “em yên ku hevalê me Sirri Sureyya ji milê wî bi fîşeka gazê birîndar kirine efû nakin. Emê hisabê vê ji wan bipirsin û bistînin.”

Li ser rexne û şermezarîyên midaxeleya polîsan Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Muammer Guler jî ragihand ku wan jiber bikaranîna hêza bêpîvan ya polîsan lêpirsîn daye destpê kirin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG