Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozcan: Sîyaseta Dijî Kurdî Ser Bikeve, Pirsa Kurd jî Namîne


Mulazim Ozcan
Mulazim Ozcan
Nîqaşên li ser misogerkirina mafê zimanê dayikê di qanûna bingehîn de, li Parlamena Tirkîyê berdewam dikin.

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ku di Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn ya Parlamenê de cî digire, dixwaze mafê perwerdeya zimanê dayikê bi fermî were qebûl kirin.

Partîyên din yên parlamena Tirkîyê jî bi hinceta ku parçebûn û parvekirina deshilatiya welat bixwe re tîne, li dijî vê daxwaza BDP’ê derdikevin.

Nivîskar û mamosteyê Kurdî Mulazim Ozcan, nîqaşên li ser mafê zimanê dayikê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Ew dide xuya kirin, dixwazin bi formulasyoneke xapandinê çareserîyeke demkî pêk bînin ku eger ev sîyaseta dijî Kurdî bi ser bikeve pirsa Kurd jî namîne.

Mamosteyê Kurdî dîyar dike, divê Kurdî li Tirkîyê bibe zimanê fermî yê diduyan, lê ev niha pêk neyê jî lazime Kurd zarokên xwe bişînin dersên bijarte li dibistanan da ku karibin zihnîyeta dewletê biguherînin.

Mulazim Ozcan, bi salane li ser ziman û edebîyata Kurdî xebatan dike û jiber pêşkeşîyeke Kurdî ku li navendeke BDP’ê ya Stenbolê kiribû sala 2011’an di çarçoveya doza KCK’ê de hate girtin û qasî du salan li girtîgehê ma.

Ew li ser girtina xwe jî dibêje, her ku qedexeyên li ser ziman rabûne jî hîna kesên wek wî bi sedema xebatên ser ziman têne girtin ku ev jî sosreta herî mezin e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG