Lînkên eksesibilîtî

Dayikên Kurd Ji Girtîyên Jin re Kartên Sersalê Şandin


Dayik û jinên Kurd yên li Stenbolê jibo balkişandina ser rewşa girtîyên jin yên sîyasî, bi girseyî kartên pîrozkirina sala nû ji wan re şandin.

Şandina kart û nameyan bi pêşengîya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û beşdarîya Dayîkên Aştîyê, li sê herêmên cuda yên Stenbolê pêk hat.

Şandina kartên sersalê roja Çarşemê bi ragihandina daxuyanîyekê jiber postexaneyê bi dawî bû.

Di daxuyanîyê de, ji karbidestên hikûmeta Tirkîyê hate xwestin, girtîyên jin yên bi tawanên xebatên sîyasî û demokratîk hatine girtin di zûtirin demê de werin berdan.

Berdevka Tevgera Jinên Azad û Endama Meclîsa Jinan ya BDP’ê Cemîle Çelîk, ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, “Me xwest girtîyên jin bi bîr bînin û wan bitenê nehêlin.”

Ew dibêje, “Em kartan datînin ber xwe û çi hestên ji dilê me were em li ser wan dinivîsin.”

Dayika Aştîyê Emîne Erbek dîyar dike, ew dixwazin bi şandina van kartan dengê xwe bilind bikin da ku girtîyên jin, yên nexweş û sîyasî werin azad kirin.

Dayikek bi navê Medîne Bektaş, balê dikişîne ser pêvajoya aştîyê û bi hinceta sala nû hêvî dike pirsa Kurd were çareser bibe.

Xizma girtîyê sîyasî Rihan Akgul jî dibêje, “heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê azad kirin, ew bawer nake zarokên wan jî werin berdan.”

XS
SM
MD
LG