Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura ji Encamên Civînên Sibê li Cenevre Ne Geşbîn E


Staffan de Mistura, şaderê NY yê taybet bi pirsgirkên Sûriyê, rojekê berî encmdana civînên derbarê gotûbêjên aştiya li Sûriyê ragihand ku ew ne geşbîne ji encamên civînan ku sibe roja Pênşemê dê li Cenevre pêk bihên, lê ewê hewil bidin aliyên nakokbar bigheînin hev, bi armanca ew bigehin lihev hatinek siyasî.

Di prês konferansê de, Staffan de Mistura got "Bila Em di rastgo bin, em xwe bi hêviyên mezin ve girênedin", herweha got, emê hewil bidin ku ti alî li hember yê din çavsoriyan neke, ev giringe emê vê hewildanê jî bikin, weke de Mistura dibêje.

De Mistura ne xwest behsa hûrgiliyên gera nû ya gotûbêjan li Cenevre bike û armancên civînên nû eşkere bike, bitê wî got, roja Pênşemê dê gerek nû ya gotûbêjên du alî li Cenevre hên destpêkirin.

XS
SM
MD
LG