Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer îro Înê bi Serokê Amerîka Joe Biden re ser piştgirîya jibo Ukrayna dicive.
Her du serok wê derbarê destûra jibo Ukrayna ya ser karanîna muşekên dewletên Rojavayî danûstandinê bikin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi mehan e bang li dewletên Rojavayî dike ku jibo Kîev kanîn û kapasîteyên êrîşan yên Moskowê sînordar bike destûr bide hêzên Ukraynî ku ew kanibin muşekên wek ATACMS yên Amerîkî û Storm Shadow yên Brîtanî bifirînin kûrahîyên Rûsya.
New York Timesê ji zarê karbidestên Ewrupî ragihand ku Amerîka wisa xuya dike ku bi şertê ku ew muşek Washingtonê nedabin, wê destûr bide Ukrayna ku muşekên dûravêj dijî hedefên li Rûsya bixebitîne.
Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê got ku got ku ger dewletên Rojavayî destûr bidin Ukrayna ku ew muşekên dûravêj bifirînin axên Rûsî ewê bi awayekî rastexwe bi Moskowê re şer bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Brîtanî David Lammy serê vê hefteyê çûbûn Kîevê û her du jî piştgirîyên nû pêşnîyar kiribûn, lê ser karanîna muşekan ti soz nedabûn.
Lammy pêr Çarşemê gotibû ku dibe ku danûstandin piştî roja Înê jî bidominn û hêvîyên Kîevê yên ser serdana Starmer ya li Washingtonê çilmisandin.
Starmer dema diçû Washingtonê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê bi karbidestên Amerîkî re ser gelek mijaran gotûbêj bike.
Jêder: Reuters