Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer îro Duşemê got ku jibo agirbestek demûdest li Ukrayna li ser masê hin pêşnîyar hene, piştî ku Fransa jî pêşnîyareke agirbestek destpêkê ya mehekê pêşkêş kir ku dikare rê li ber danûstandinên aştîyê veke.
"Li ser masê hejmarek bijare hene., lê ezê van pêşnîyaran nadin ber şîroveyan," Starmer got.
Starmer îro Yekşemê li Londonê mazûvanîya hilcivîna rêberên Ewrupî kir û got ku rêberên Ewropî li hev kiriye ku plana aştîyê ya Ukrayna amade bikin da ku pêşkêşî Washingtonê bikin.
Di hevpeyvînekê de ku li ser rêya xwe bo hilcivînê hat dayîn, Serokê Fransî Emmanuel Macron îhtîmala agirbesteke jibo mehekê bilind kiribû, tevî ku heta niha piştgirîyeke yekgirtî ji hevbendên din çênebûye.
Welatên Ewrupî, bi pêşengîya Brîtanya û Fransa, li hin rêkên jibo pêşnîyarên aştîyê digerin, piştî ku hefteya çûyî li Qesira Sipî reqbûneke tund di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy qewimîbû.
Fransa, Brîtanya û hin welatên din yên Ewrupî nîqaş dikin ku di dema çêbûna agirbestekê de dikarin leşkerên xwe bişînin Ukraynayê, lê ew dibêjin ku divê ew piştgirîya Amerîka jî bixwazin.
Zelenskyy dibêje ku divê agirbestek bi garantîyên ewlekarî yên ji alîyê Rojava ve pêk were piştî ku Rûsya, ku berî sê salan Ukrayna dagir kiribû û dora % 20 ji axa wê girtîye.
Jêder: Reuters