Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa roja Sêşemê ya rejîma Îranê li ser hêzên Pêşmerge şermezar kir.
Di daxuyanîyekê de bo Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka, Tommy Pigott, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve got: "Amerîka bi tundî êrîşên berfireh ên Îranî û mîlîşyayên Îraqî yên terorîst yên ser wê ve li dijî welatîyên Amerîkayî û hevalbendên me li seranserê Rojhilata Navîn şermezar dike, di nav de jî êrîşa qirêj ya îro li nêzîkî Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê."
Pigott herwiha da zanîn ku "Em sersaxîya malbatên Pêşmergeyên kuştî dikin û başbûneke bilez ji bo yên birîndar dixwazin."
Di êrîşeke mûşekên balîstîk de li ser bingeheke Pêşmerge li navçeya Soranê li Herêma Kurdistanê, 6 Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew êrîş wekî "terorîstî" binav kir û got ku mafê hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku van êrîşan rawestîne.
Herêma Kurdistanê ti sîstemên berevanîya asmanî nîne. Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge, ji Dengê Amerîka re got ku bidestxistina berevanîya asmanî erkekî serwerî ye ku divê hikûmeta Îraqê pêk bîne, lê Îraq heta niha berevanîya asmanî bi Herêma Kurdistanê dabîn nekiriye.
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê ve, Pasdarên Şoreşa Îranê û komên girêdayî wê yên Îraqî bi sedan êrîşên mûşekî û dronan birine ser Herêma Kurdistanê.