Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Hejmara Mirin û Pêketinên ji COVID-19 Zêde Dibin


Li Tirkîye hejmara pêketî û mirinên jiber pandemîya COVID-19 bilindtir dibe.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku di 24 saetên dawî de 220 kes jîyanên xwe ji dest dan û hejmara giştî ya mirinan giheşt 15,752 kesan.

Koca herwiha ragihand ku hejmara nexweşên COVID-19 jî 30 hezarî zêdetir e û hejmara giştî ya nexweşên vîrusa korona jî 1,748,567 e.

Stenbol ku bajarê herî şênîbar ya Tirkîyê ye, bi hejmara pêketî û mirinên vîrusa korona tim di rojeva Tirkîyê de cîh digire.

Bajarvan Ekrem Îmamoglu bi şaredarên bajarokên Stenbolê re civînek li ser mijara COVID-19 li dar xist û got ku nêzî mehekê ye rojane ji 400 kesan zêdetir kes li Stenbolê dimirin.

“Îro, 10’ê Berfanbarê 204 kes jiber nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe ji dest dan. Divê jibo sê hefteyan bi temamî qedexeya derketinê ya giştî pêk were.”

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) û opozîsyona Tirkîyê hikûmetê rexne dikin ku tedbîrên ku hatine girtin kêm dibînin.

Ew îdia dikin ku hikûmetê ji destpêka vîrusa korona vir ve ne li gor saxlemîya hemwelatîyan, lê li gor aborîyê gavan davêjin.

MEB_11_12_20_COVID_19_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG