Odeya Doktorên Stenbolê (ÎTO) Jiber Belavbûna Pandemîya COVID-19 Jibo Stenbolê Tedbîrên Nû Dixwaze
Odeya Doktorên Stenbolê (ÎTO) li ser zêdebûna belavbûna pandemîya COVID-19 ya li Stenbolê bi daxuyanîyekê xwest ku bi lez hin tedbîrên nû werin girtin.
Sekreterê Giştî yê ÎTO’yê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglu got ku li nexweşxaneyên Stenbolê beşên ku jibo nexweşên giran yên COVID-19 hatine veqetandin, bi tevahî tijî bûne.
“Me gotibû ku jiber zêdebûna belavbûna nexweşên vîrusa korona hejmara nexweşan ji kontrolê derketiye. Lê wan gotibû ku ‘jibo nexweşên giran cîhên li nexweşxaneyan bes in.’ Lê îro em dibînin ku li Stenbolê cîhên jibo nexweşên giran yên COVID-19 cîh nemane.”
Rêvebira ÎTO Prof. Dr. Rukîye Eker Omeroglu jî got ku polîtîkaya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya COVID-19 îflas kir û rewşa pandemîya vîrusa korona xirabtir dibe.
“Li gor rewşa heyî û daneyên ji nexweşxaneyan hatine civandin nîşan didin ku divê bi lez tedbîrên nû jibo Stenbolê were ragihandin. Jiber ku êdî ambulans jibo veguhestina nexweşên COVID-19 kêm dimînin û nexweş bi saetan jibo ku cîh vala bibin li ser sedyeyan têne sekinandin”
Omeroglu bal kişand ku jibo kontrolkirina pandemîya korona binesazîya saxlemîya Stenbolê kêm dimîne.
“Divê qedexeyên ketin û derketinê bajêr heta 14 rojan were ragihandin û qedexeyên derketina derve jî werin ragihandin. Ji bilî karûbarên bingehîn û mecbûrî divê hemî kar werin rawestandin.”
Wê herîwiha got ku divê kontrolkirina pandemîyê bi lezgînî, bi beşdarîya hemî beşên civakê polîtîkayeke zanistî, zelal, pêbawer û vekirî were danîn.