Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Cot Peqînên Stenbolê, bi Dehan Rêvebirên HDP'ê Hatin Binçav Kirin


Piştî cot peqînên li Stenbolê ku 44 kes tê de hatibûn, operasyonên berfireh li Enqere, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Entab û li Hekkarê li ser malên endam û rêvebirên HDP’ê hat destpê kirin û heta niha 198 kes hatin binçav kirin.

Di operasyonan de Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Aysel Guzel jî hat desteser kirin.

Li Enqerê jî di operasyonan de 18 kes hatin desteserkirin ku yek ji wan nûnerê berê yê DIHA'yê, yê Enqerê Kenan Kırkaya ye.

Li Mêrsînê 93 kes hatin desteser kirin û tê ragihandin ku polîs li pey hevşaredarên navçeya Akdanizê Fazil Turk û Yuksel Mutu ye jî.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu doh li merasîma meytê 5 polîsan de peyama tolhildanê dabû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) bi daxuyanîyeke nivîskî her du êrîşên bombeyî yên li Stenbolê girtibû serxwe.

TAK di malpera xwe de ragihanbû ku 2 endamên wê çalakîya canfêdayî pêk anîne.

PKK dibêje TAK ne girêdayê wan e, karbidestên Tirkîyê dibêjin TAK û PKK yek in.

Hêjayî balkişandinê ye ku hejmara êrîşên bombeyî yên li Stembolê bû 44 kesan. Ji hemî qurbanîyan 36 polîs, 8 kes jî sîvîl in. Bi her du êrîşên dawî, di nav saleke de dibe sê caran ku rêxistina TAKê êrîşên bombeyî li Stenbolê pêk tîne.

Di 7’ê Hezîrana 2016’an de li Veznecîlerê di êrîşke bombeyî ya TAK’ê de 7 polîs, 4 sîvîl 11 kes hatibûn kuştin;

Di Cotmehê de jî li taxa Yenîbosnaya Stenbolê di êrîşeke de 10 kes birîndar bibûn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG