Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca di daxuyanîya di derbarê pandemîya COVID-19’de dîyar kir ku, ji bilî Stenbolê di 80 bajarên din ên Tirkîyê hejmara pêketîyên vîrusa korona ketine.
“Di sê hefteyên dawî de li hemî Tirkîyê rêjeya pêketîyên COVID-19 ketin. Pêketîyên li Enqere 2 qetê Stenbolê bû, niha nivê Stenbolê ye. Lê li Tirkîyê tenê pêketîyên li Stenbolê kêm nebûn,” Koca got.
Li Stenbolê sedemên hejmara pêketîyên zêde û pêwîstîyên jibo pêşigirtina belavbûna COVID-19 Hevserokê berê yê Sendîkaya Kedkarên Saxlemî (SES) yê Şaxê Anadolu Erdal Guzel nirxand.
Guzel bawer dike ku Wezareta Saxlemî ya Tirkîye û hikûmet pêvajoya pandemîya COVID-19 baş bi rê ve nabe.
“Civaka Tirkîyê bawerîya xwe ji sedî 80-90 li daxuyanîyên Wezareta Saxlemî ya Tirkîye nayîne. Jiber ku jibo pêşigirtina belavbûna vîrusa korona gavên girîng nehatin avêtin. Ne agahdarkirina civakê, ne jibo başkirina sîstema Saxlemî ya Tirkîyê û ne jî jibo hejmara pêketîyan û kontrolkirina wan gavên girîng nehatin avêtin. Ev jî bo sedema zêdebûn û belavbûna vîrusa korona.” Wî got.
Guzel herwiha dibêje ku Tirkîyê di pêvajoya pandemîyê de ne li gor tendirustî, lê gor aborîyê gav avêtin.
"Gavên hikûmetê yên li gor aborîyê, bandorên xirab hem li ser aborî hem jî li ser sîstema tendirustîya Tirkîyê kir. Jiber ku pêketîyên vîrusa korona li Tirkîyê zêde ne, Yekitîya Ewrupa nexwest ku gerok herîn Tirkîyê. Jiber vê yekê jî nêzî 30 mîlyar dolar nehat Tirkîyê. Dîsa karsazan jî jiber vê yekê nexwest werin Tirkîye.”
Li alîyeke din Guzel jibo pêşigirtina belavbûna COVID-19 û kêmkirina hejmara pêketîyên vîrusa korona jî gavên pêdivî wiha rêz dike.
"Ji sedî 16-17 pêketîyên vîrusa korona ji xebatkarên saxlemîyê pêk tên. Divê di her awayî hem alîyê aborî hem alîyê tendirustî hem jî alîyê derûnîyê de piştgirî jibo xebatkarên tendirustîyê were dayîn. Divê mesafeya civakî li her derî berbiçav were girtin. Dîsa li kargeh, fabrîqeyan divê hikûmet baldar be. Herî dawî jî divê daneyên pandemîya COVID-19 bi awayeke zelalî ji civakê re were parve kirin.”