Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Niqaşên Ser Hejmara Pêketî û Mirinên COVID-19 Didomin


Li Tirkîye niqaşên li ser hejmarên pêketî û mirinên COVID-19 yên di navbera hikûmet û opozîsyonê de didomin.

Herî dawî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di derheqa pandemîya COVID-19 û ser rewşa Stenbolê roja Înê hişyarîyên girîng dan.

“Divê ez li ser navê Stenbolê biaxifim. Li Stenbolê pandemîya COVID-19 ji kontrolê derketiyê. Daneyên dawî nîşan didin ku divê Stenbol du, sê were girtin."

Wezîrê Saxlemîyê Koca piştî daxuyanîyên Îmamoglu, bi rêya telefonê ji wî re got ku ew jibo tedbîr û stratejîya tekoşîneke nû bi baldarî dixebitin.

Li alîyeke din, Odeya Doktorên Stenbolê (ÎTO) hişyardî dide ku hem nexweşxaneyên dewletê hem jî yên taybet tijî bûne. ITO dibêje ku jiber pêketîyên zêde yên vîrusa korona, doktor êdî neçar bimînin ku nexweşan bijêrin.

Hêjayî gotinê ye ku li gor pêzanînên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê hejmara pêketîyên rojane ji sê hezarî derbaz kir.

Bi vê yekê hejmara nexweşan giheşt 414,278 û ya mirinan jî giheşt 11,507 kesan. Dîsa hejmara nexweşên giran jî giheşt 3,439 kesan.

MEB_16_11_20_COVİD_19_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG