Li Stenbolê bi pêşengîya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) deklarasyona Newroz’a Stenbolê ya ku wê bi dirûşma “Niha dem dema serketinê ye” hat ragihandin.
HDK û pêkhateyên xwe deklarasyona pîrozbahîya Newrozê bi preskonferansekê li otelekî li taxa Beyoglu eşkere kirin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî tevlî vê preskonferansê bûn
Di deklarasyonê de hat dîyar kirin Newroza îsal wê bibe Newroza azadî û serketinê û hat gotin ku "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newroz’ê bibin yek û bi mezinkirina coş, hêrs û serhildanê daxwazên xwe yên azadîyê biqîrin."
Ev deklarasyon ji alîyê Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ve hat xwendin. Çîçek destnîşan kir ku Kawayê Hesinkar di mîtolojîyên gelên Rojhilata Navîn, Kafkasya û Asya de bûye sembolek.
"Di serî de gelê Kurd, bi xwedîderketina hemû bindestan, li erdnîgarÎya Tirkîyê jî bûye sembola têkoşîna li dijî zilm û zordarîyê. Kawayên hemdem, li hemberî Dehaqên serdemê, di roja me de jî bi heman bawerî û fedakarîyê têkoşîna azadî û demokrasîyê dimeşînin.”
Çîçek di berdewamîya daxuyanîyê de jî destnîşan kir ku tecrîd û şerê dijî gelê Kurd jî didome û wiha axaftina xwe domand.
“Bi êrişên ser Herêma Kurdistan a İraqê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, desthilatdarîya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî sîyaseta demokratîk a Kurd, li dijî nasname, çand û hebûna Kurdan jî lez dan êrişên xwe. Ev desthilatî jiber pirsgirêka Kurd serî li polîtîkaya şer dide û bi darbeyê dixwaze tevahîya civakê dîl bigire.”
Çîçek Herwiha bal kişand ser tecrîda dijî rêberê Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) Abdullah rewşa zindanên Tirkîyê û girtîyên nexweş jî.
Wî got ku tevahîya pirsgirêkên siyasî, aborî, dadî, civakî û ekolojîk jiber rejîma heyî diqewimin û terkî neçareserîyê hatine kirin.
“Hemû çavkanîyên welêt jibo şer hatine pêşkeşkirin û barê giran ê vî şerî jî li pişta gel, kedkar, karker û hemû bindestên Tirkîyê ne Yên ku li hemberî hemû êrîşên domdar li ber xwe didan, ev êrîş vala derxistin. Ev têkoşîna birêxistinkirî û yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, dê berxwedana demokratîk hîn mezintir bike û di dema serketinê de ye, dê faşîzmê têk bibe.”
Hêjayî gotinê ye ku Newroza îsal ya Stenbolê dê 20’ê Adar’ê roja Yekşem’ê li qada Yenîkapi were pîrozkirin. Çîçek jî herî dawî hemî kes jibo serhildan, berxwedan û jîyaneke nû vexwend Newroza 2022’an ya Stenbolê.