Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stephen Biegun Şanderê Amerîkî Diçe Koreya Bakur


Roja Çarşemê şanderê Amerîkî Stephen Biegun dê gehîte Pyongyang, jibo amadekariyên hilcivîna dahatî ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong Un de. Li gur wezîrê derve yê Amerîka weke hatî plankirin ev hilcivîn dawiya meha Şiwatê dê pêk bihê.

Wezareta derve ya Amerîka di daxûyaniyekê de radigihîne ku Biegun roja Yekşemê gihaye Seoul paytexta Koreya Başûr "6î vê mehê dê gehîte Pyongyang da ku ligel hevpîşeyê xwe yê Koreya Bakur Kim Hyok Chol dîdaran encam bide bo amadekariyên hilcivîna herdu serkirdeyan".

Di daxûyaniya wezareta derve ya Amerîka de hatiye ku, divê di civînan de "pêşketinên nû" derbarê pêgiryên herdu aliyan hebin, bi taybet derbarê "nehiştina çekê Navokî".û "guherînên di peywendiyan de" di navbera Koreya Bakur û Amerîka de zêdebarî "pêkanîna aştiyek mayinde li nîvgirava Korî".

Serok Trump di hevpeyvînekê de di kenalê CBS de roja Yekşemê got bû, li ser dem û cihê hilcivîna ligel Kim lihev hatin çê bûne , ewê berî peyva Rewşa Yeketiya Niştîmanî yan jî di dema wê de bihên ragihandin.

XS
SM
MD
LG