Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Yekîneyên Ukraynî li Hember Hêzên Rûsî Hêdî Hêdî Pêşve Diçin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê serdana Kîevê kir.

Serdana Stoltenberg berî ew here Kîevê nehatibû ragihandin.

Stoltenberg di serdanê de dîyar kir ku yekîneyên Ukraynî li hember hêzên Rûsî hêdî hêdî pêşve diçin.

"Ukrayna niha ji hemî deman zêdetir nêzî NATO ye. Me wek hevpeymanîyê bi kompanîyên çekan re peymanên li dora 2,4 mîlyar Euro îmza kirine. Endamên NATO wê bi peymanan stokên xwe nû bikin û alîkarîyên jibo Ukrayna jî bidomînin."

Serokomarê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy jî li hember êrîşên pêkan yên Rûsya yên dijî enerjîya bang li dewletên NATO kir ku jibo xurtkirina sîstemên berevanîya esmên alîkarîyê bikin.

Zelenskyy dîyar kir ku xurtkirina berevanîya esmên jibo wan girîng e û got ku ewê bi parastina enerjîyê jîyanên sîvîlan werin parastin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG