Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg:"Divê Em Bo Şerekî Domdirêj li Ukrayna Xwe Amade Bikîn "


Wezîrê berevaniya Almanya Pistorius û Sekrterê Giştî yê NATO Stoltenberg li Berlin.
Wezîrê berevaniya Almanya Pistorius û Sekrterê Giştî yê NATO Stoltenberg li Berlin.

Di hevpeyvînekê bi Funke Grûp ya mîdiya Almanî re, sekretêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg got, divê em xwe jibo şerekî demdirêj li Ukraine amade bikin. Wî got, gelek şer dirêjtir dibin ji pêşbîniyan dema kû destpê dikin.

Stoltenberg got, em bi hîvîne ku aştî zû pêk were, lê divê em bizanin kû eger serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û gelê Ukraynayê şer ragirin, welatê wan namîne.

Stoltenberg got, "Ger Serok Putîn û Rûsya çekên xwe rawestênin, em ê aştîyê pêk bînin."

Deusche Welle dide zanîn ku di serdana xwe ya Almnay de Stoltenberg daxwaz kirîye ku lêçûn û mezaxitinên berevaniyê zêde bike.

Stoltenberg got, di serdema Şerê Sar de, lêçşnên berevaniyê rêjeya 3 heta 4 zêde bibû, divê divê demê de jî heman tişt çê bibe.

Hevdam hêzên berevaniya esmanî ya Ukrayna di peyameke Telegram ê de ragehand ku serê sibeya îro Yekşemê hêzên Rûsî devera Odesa kir armanca êrîşên bi dironan (firokên bê firokevan) û bi mûşekan, ku ziyan gehand saziyeka çandinê.

Her îro yekşemê, hezên Ukrayna êrîşên bi dironan kirin ser herêma Qirimê û Moscow'ê.

Karbidestekê herêma Qirimê gotin, dironê tankerekê gazê kir armanc. Êrîşa dirona li ser Moscow'ê jî bû sedema ragirtina firînan li esmanê bajar.

XS
SM
MD
LG