Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg û Erdogan Ser Hilcivîna NATO û Endamtîya Swêdê Axifîn


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Stoltenberg ji Twitterê dîyar kir ku ew ser Hilcivîna NATO ya meha pêş peyivîne ku ewê wê çaxê dijî terorîzmê û berevanîyê biryarên girîng ragihînin.

Wî got ku ewê ser endamtîya Swêdê ya li NATO jî bi hev re xebatan bidomînin.

Seroktîya Ragihandinê ya Serokomarîya Tirkîyê jî ser danûstandina Erdogan û Stoltenberg daxuyanîyek weşand.

Li gor daxuyanîyê, Erdogan ji Stoltenberg re gotiye ku ew bi awayekî erênî li endamtîya Swêdê dinêrin lê ew dixwazin ku tedbîrên dijî alîgirên terorê berfirehtir bibin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya di rojên borî de bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd heta niha jî nehatiye pejirandin.

Jibo dewletek bibe endama NATO divê endamên hevpeymanîyê bi yekdengî wê bipejirînin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG