Rêberên NATO’yê, jiber krîza berdewam li Ukrayna, îro Pêncşemê biryar da ku sekreterîya Jens Stoltenberg jibo saleke din dirêj bikin.
Stoltenberg bi twîtekê şabûna xwe li ser biryarê dîyar kir û got ku ew bi biryara rêberên NATO’yê serbilind e ku erka wî heta 30ê Îlona 2023an hate dirêj kirin.
“Di vê demê de ku em rûbirûyê krîzeke pir mezin bûne, em bi yekbûnê hevbendîya xwe xurt digirin û gelê xwe jî diparêzin,” Stoltenberg piştî hevdîtina bi Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên din yên hevbendîyê li Brukselê got.
Serokê Amerîka Joe Biden jî bi twîtekê ragihand ku Stoltenberg karekî gelek hêja kiriye.
“Stoltenberg bi rêvebirina hevbendîya me û xurtkirina wê karekî gelek hêja kir- taybetî jî di vê demê de ku jibo ewlekarîya navnetewî girîng e.”
Serokwezîrê berê Stoltenberg 63 salî ye û divê bû gera wî di meha Îlonê de dawî bihata.
Hêjayî bîrxistinê ye ku cara duyê ye ku dema karê wî tê dirêj kirin.