Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Bo Çareserîyeke Aştîyane Divê Em Pirtir Çek Bidin Ukrayna


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Çarşemê ragihand ku pêdivîya Ukrayna ya bi çekan zêde bûye.

Stoltenberg li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê dîyar kir ku piştgirîya çekan ya bo Ukrayna rêya çareserîyeke aştîyane ya bi Rûsya re ye.

‘’Serok; Rûsya Putin ti nîşanek bo hazirîya aştîyê nedaye û divê ew bizanibe ku ew nikare li qada şar bi ser keve."

Stoltenberg dîyar kir ku bo çareserîyereke aştîyane ya bi danûstandinan divê ew îro zêdetir çekan bidin Ukrayna.

Amerîka û hevbendên wê di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne, lê Moskow wan bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ku ewê armanca hêzên Rûsî neguhere.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG