Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Dibêje Hevbendên NATO Sozên Xwe yên bo Ukrayna bi Cîh Anîne


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê got ku hevbendên NATO hema hema hemî alav û çekên ku soz dabûn dane Ukrayna.

Stoltenberg dîyar kir ku di nav wan de 1,550 maşîneyên zirxîn û 230 tank hene.

‘’Zêdetirî 98 ji sedê maşîneyên şer ku ji hevbenên Ukrayna soz dabûn giheştin Kîevê."

Stoltenberg, ser axaftina telefonî ya Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî kêfxweşîya xwe ragihand û wek gaveke erênî bi nav kir.

Lê, Stoltenberg bi bîr xist ku Çînê heta niha jî Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna şermezar nekiriye.

Qesira Sipî jî do Çarşemê ser danûstandina rêberên Çîn û Ukrayna razîbûna xwe ragihandibû, lê gotibû ku dem pêdivî ye ku meriv bibêje ewê rê li ber aştîya Rûsya û Ukrayna veke yan ne.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG