Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: S-400 Nikare Bibe Beşeke Sîstema Berevanî ya NATO


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku jiber ku Amerîka, Tirkîye ji bernameya F-35 derxistiye, ew ketiye fikaran.

Stoltenberg li Foruma Ewlekarîyê ya Enstîtuya Aspenê ya li eyaleta Colorado ya Amerîka got ku ku S-400 nikare bibe beşeke sîstema berevanîyê ya NATO.

Wî bi berdewamî da zanîn ku firokên cengê yê Tirkîyê û radara wê dê di sîstema NATO de bimîne.

Amerîka dîyar dike ku Rûsya dikare di ser S-400 yên li Tirkîyê re karên îstixbaratî bike û dibêje ku jiber vê yekê ewê Tirkîyê ji bernameya F-35 derxin.

XS
SM
MD
LG