Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Hêzên NATO jî Dê di 1'ê Gulanê de Dest bi Vekişîna ji Afganistanê Bikin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir kur hêzên bîyan yên bi fermendarîya yekîtîyê dê mîna bernameya vekişînê ya Amerîka di 1’ê Gulanê de dest bi vekişîna ji Afganistanê bikin.

Stoltenberg, ew vekişîn piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin re ragihand.

Blinken û Austin li Brukselê ser biryara vekişîna ji Afganistanê û siberoja NATO ya li wî welatî bi 30 endamên yekîtîyê re peyivîn.

Stoltenberg, Blinken û Austin dîyar kirin ku vekişîna ji Afganistanê ne terka wî welatî ye.

Austin da zanîn ku Amerîka dê bo hin yekîneyên Afganistanê piştgirîyê bidomîne û ew dê mûçeyên hêzên ewlekarî yên Afgan jî bidin.

Blinken jî da zanîn ku vekişandina yekîneyên Amerîkî ne bidawîkirina peywendîyên bi Afganistanê re ye.

Li Afganistanê xêncî leşkerên Amerîka pirtir ji 7000 leşkerên NATO hene.

Stoltenberg bi bîr xist ku leşkerên NATO û Amerîka tev çûne Afganistanê û dîyar kir ku ewê bi hev re vegerin.

‘’Ew ne biryarake hêsan e. Ew biryar bi xwe re rîskan jî çêdike, divê em baldarîya bo Afganistanê bidomînin.’’ Stoltenberg got.

Blinken û Austin gotin ku ew jiber piştgirîya NATO ya piştî êrîşên 11’ê Îlonê dê her tim spasdarê wê bin

XS
SM
MD
LG