Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: NATO Dê Piştgirîya bo Afganistanê Bidomîne


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ew dê piştgirîya bo Afganistanê bidomînin.

Stoltenberg ji Twitterê da zanîn ku ew bi Serokê Afganistanê Eşref Ganî re ser piştgirîya bo wî welatî axifîye.

Wî di ser pêşveçûnên Talîbanê re dîyar kir ku dijwarîyên bo ewlekarîya Afganistanê didome û got ku ji wir re çareserîyeke bi danûstandin pêwîst e.

Stoltenberg da zanîn ku NATO dê aborî û perwerdehî jî di nav de piştgirîya bo Afganistanê bidomîne.

Hêzên Amerîka piştî 20 salan dê di 11’ê Îlonê de bi temamî ji Afganistanê derkevin.

Talîbanê piştî Amerîka dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Afganistanê kir êrîşên xwe zêdetir kirine.

XS
SM
MD
LG