Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Biryara Rûsya Zararê Dide Hewildanên Çareserîyê


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg biryara Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser naskirina herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna şermezar kir.

Stoltenberg dîyar kir ku wê biryarê zarar daye serwerî û yekîtîya axa Ukrayna.

Wî da zanîn ku Rûsya bi naskirina herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna peymanên Mînskê binpê dike û got ew naskirina zararê dide hewildanên bo çareserîyê.

Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku Rûsya piştgirîya diravî û leşkerî dide herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna û girjîyê gurtir dike.

Stoltenberg da zanîn ku Rûsya bo Ukrayna dagir bike hewil dide ku zemînekê çêke.

Putin roja Duşemê bi awayekî fermî ragihand ku ew serxwebûna du herêmên Rûsî-zar yên li rojhilata Ukraynayê nas dikin.

Herdu herêmên Ukraynayê yên bi navê Donetsk û Luhansk ji sala 2014'an ve li jêr kontrola cudaxwazên ser bi Rûsyayê ve ne.

Rûsya Nîvgirava Qirimê ya Ukrayna jî di sala 2014’an de dagir kiribû.

XS
SM
MD
LG