Sekteterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê banga agirbestekê li Nagorno-Qarabax kir, di vê demê de ku hejmara kuştîyan li vê hêrêmê bilind dibe.
“Pir gelek girîng e ku em peyama zelal ya agirbesteke demûdest bidin hemî alîyan û emê piştgirîya hewilên dîtina çareserîyeke aştîyane û lihevkirî bikin,” Stoltenberg li Tirkîyê got.
Wî bi berdewamî got ku ji kêşeya Nagorno-Qarabax re çareserîyeke leşkerî tuneye.
Şerê navbera Ermenîyan û Azerîyan di 27'ê Îlonê de destpê kiribû û ji şerê sala di 1990’an de xirabtir bûbû ku wê çaxê nêzî 30,000 kes hatibûn kuştin.