Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg û Erdogan Îro Ser Qewimandinên li Rojhilata Derya Sipî Peyîvîn


Erdogan û Stoltenberg (Arşîv)

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro ser qewimandinên dawî li rojhilata Deryaya Sipî peyîvîn.

Ofîsa seroktîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan ji Stoltenberg re gotiye ku Tirkîye bi berdewamî maf û berjewendîyên xwe yên li her derê biparêze.

Demeke zûtir ya îro, Yekîtîya Ewrupa ragihandibû ku ew hember helwesta Tirkyê ya li rojihilata Derya Sipî ya hember Yunanistanê hazirîya toleyên dijî Tirkîyê dike û endamên wê di hilcivîna 24’ê Îlonê de wan toleyan gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG