Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Swêdê bo Fikarên Tirkîyê Hin Gavên Girîng Avêtine


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku Swêdê bo Tirkîyê hin gavên girîng avêtine.

Stoltenberg di serdana Swêdê bal kişand ser hewildanên Stockholmê yên bo tunekirina fikarên Tirkîyê.

Stoltenberg da zanîn ku Swêdê dest bi guherandina qanûnên bo têkoşîna dijî terorê kiriye û ewê li gor hevbendên NATO danûstandina çekan bike.

Wî dîyar kir gavên ku Swêd diavêje bo tunekirina fikarên Tirkîyê gavên girîng in.

Stoltenberg dîyar kir ew dixwazin Swêd û Fînlandîya di dema herî kin de bibin endamên NATO.

Swêd û Fînlandîya ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve dixwazin bibin endamên NATO, lê Tirkîye îdîa dike ku her du dewlet piştgirî didin çekdarên Kurd û dijî daxwazên wan disekine.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî preskonferansa hevbeş de da zanîn ku wan dest bi guherandina qanûna ser têkoşîna dijî terorê kiriye û ewê ji Tîrmehê pê ve qanûnên xwe yên dijî terorê xurttir bikin.

30 endamên NATO hene û bo Swêd û Fînlandîya bibin endam divê endamên tifaqê bi yekdengî wan bipejirînîn.

XS
SM
MD
LG