Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Çarşemê da zanîn ku ew hewil didin ku bi awayekî demûdest endamtîyên Swêd û Fînlandîya yên bo tifaqê bipejirînîn.
Stoltenberg, ku bo hilcivîna NATO li Madrîdê ye, dîyar kir ku ewê peyvajoya endmatîyê bi awayekî lezgîn bimeşe.
''Emê di hilcivînê de biryarê bidin ku Swêd û Fînlandîyê bo endamtîyê vexwînîn, bi lezgînîyeke ku berê nehatiye dîtin.'' Stoltenberg ji rojnamevanan re got.
Wî dîyar ku ewê piştî vexwendinê li 30 parlamantoyan peyvajoya pejirandinê destpê bike.
Swêd û Fînlandîya, piştî şerê Rûsya û Ukrayna di meha Gulanê de bo endamtîyê serî li NATO dan.
Ji 30 welatên NATO, Tirkîye dijî endamtîyên Swêd û Fînlandîya derdiket ku wê ew bi piştgirîya çekdarên Kurd tawanbar dikir.
Stoltenberg dîyar kir ku hevbendên tifaqê bo pejirandina Swêd û Fînlandîya hazir in ku çaverê ye ew peyvajo demûdest bimeşe.