Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Fikarên Tirkîyê yên Ser Swêd û Fînlandîya Rêwa Ne


US NATO
US NATO

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku fikarên Tirkîyê yên ser Fînlandîya û Swêdê rêwa ne.

Stoltenberg di serdana Fînlandîya de da zanîn ku ew ser fikarên Tirkîyê danûstandinê dikin.

Swêd û Fînlandîya bi şerê Rûsya û Ukrayna re giranîya xwe dan ser danûstandinan ku bibin endamên NATO, lê Tirkîye heta niha jî dijî daxwazên her du dewletan disekine.

Tirkîye dibêje Swêd û Fînlandîya çekdarên Kurd dihewînîn û piştgirîyê didin wan.

Sekreterê Giştî Stoltenberg da zanîn ku fikarên Tirkîyê ser terorîzmê ne û rêwa ne.

Stoltenberg dîyar kir ku ti hevalbenda NATO bi qasî Tirkîyê bi terorê re rûbirû nemaye û got divê ew fikarên wî welatî fehm bikin.

Wî got ku danûstandinên bi Tirkîyê re dom dikin, lê eşkere nekir ku pêşdeçûn çêbûye yan ne.

XS
SM
MD
LG