Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Bang li Endamên NATO Dike ku Alîkarîya bo Ukraynayê Bidomînin


Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro Sêşemê bang li endamên hevbendîyê kir ku di şerê wê yê dijî dagirkirina Rûsya de piştgirîkirina Ukrayna bidomînin.

"Ew erka me ye ku em piştrast bikin ku em çekên ku ji wan re hewce ne, bidin Ukraynayê. Divê em tenê li ser rêgeha alîkarîyê bimînin. Ev di derbarê berjewendîyên me yên ewlehîyêde ye jî " wî got.

Stoltenberg ev daxuyanîya li navenda giştî ya NATO’yê li Brukselê, berîya destpêkirina civîna wezîrên derve yên welatên hevbendîyê.

Daxuyanîyên Stoltenberg herwiha di demekê de tên ku ser zêdetir alîkarîya leşkerî ya ji Ukrayna re kêşeyên girîng hene. Amerîka û Yekîtîya Ewrupa(YE) ser hevbîrbûna zêdetir alîkarîya leşkerî ya ji Ukrayna re lihev nakin. Herwiha rêveberîya Biden jî paketeke nû ya alîkarîya leşkerî ya bi 60 mîlyar dolarî pêşnîyar kiriye, lê jiber dijberîya hin Komarîyên di Kongresa Amerîka de, hê nehatiye pejirandin.

Karbidestên Biden pêbawer in ku wê pakêtê bidin pejirandin û dibêjin ku piranîya Komarî û Demokratên li Kongresê de hîn jî piştgirîya Kîevê dikin.

Stoltenberg ser pejirandina pêjirandina alîkarîya nû ya ji Amerîka geşbînîya xwe anî ziman.

"Ez di wê baweriyê de me ku Amerîka wê piştgirîya xwe bidomîne,jiber ku ev di berjewendîya ewlehîya ya Amerîka de ye jî. Herwiha ew di çarçoveya de tiştê ku me li hev kiriye ye jî," wî got.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Antony Blinken ku gihîşt Brukselê, got ku wezîrên NATO wê "piştgirîya me ya bo Ukrayna bi xurtî piştrast bikin, jiber ku şerê êrîşkar yê Rûsya didome".

Civîna wezîrên NATO’yê di nav nîqaşên ser serketina Ukrayna pêk tê, ku di sere vê salê de bo rizgarkirina hêremên xwe dagirkirî dijî hêzên Rûsî êrîşêk da destpê kirin, lê pêşketinek girîng bi dest nexisti

Hevdem, pêşnîyara berpirsa siyaseta derve ya YE bo alîkarîya leşkerî ji Ukrayna re, veqetandina , 20 mîlyar Euro di çar salan de, ji hêla jimareke endamên bloke de nayê qebûl kirin.

Stoltenberg destnîşan kir ku Almanya û Holanda di hefteyên dawî de bo Ukrayna pakêtên piştgirîya leşkerî yên bi mîlyar Euroyî ragihandina û got ku şerê li Ukrayna xwedî girîngîyek ji sînorên wê wêdetir e

Wî bal kişand ku ger Serok Putin bi ser bikeve wê jibo Ukraynayîyan bibe trajedîyek, lê wê bo NATO jî xeterî be.

Jêder: Reutes

XS
SM
MD
LG