Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Dîmenên ji Washingtonê Şok Çêkirine


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser bûyerên li Kongresa Amerîkî ji Twitterê dîyar kir ku dîmenên ji Washington ya paytext belav bûne, şok çêkirine.

Stoltenberg da zanîn ku divê herkes bo encamên hilbijartineke demokratîk rêzê bigire.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau got ku rewişa li Washingtonê fikaran çêdike û dîyar kir ku ew bûyeran ji nêz ve dişopînin.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jî da zanîn ku ew dîmenên ji Washingtonê dê ‘’dijminên demokrasîyê’’ razî bike.

Hejmareke mezin ji alîgirên Serok Donald Trump ku jibo xwepêşandanê li Washingtonê bûn, dîwar û barîyerên polîsan şikandin û ketin nav avahîya Kongresê.

Jiber ketina xwepêşandana ya nav avahîyê û jiber tundîya heyî rûniştinên hevbeş hatine paşxistin û endamên Kongresê ji avahîyê hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG