Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku helîkopterên hikûmeta Sûrî bombeyên barîl avêtin ser herêmên bin kontrola serhildayan li başûrê rojavayê welêt.
SOHR da zanîn ku hikûmeta Sûrî pirtir ji 12 bombeyên barîl gêr kirin ser bakurê rojhilata Dera ya bin kontrola serhildayan û zîyanên mezin li cîhên êrîşkirî çêbûn.
Berdevkê koma serhilda Ceyş el-Thawra, Ebû Bekir el-Hesen ji Reutersê re got ku helîkopterên hikûmetê li ser sê gund û bajarokan bombe avêtin û gundekî din jî ji hêla firokan hate xistin.
Serokê Sûrî Beşar Esad soz dabû ku herêmên hevsînorên Urdunê û Girên Golan bîne bin kontrola xwe û artêşa wî jîli wê derê, vê heftê dest bi operasyoneke kiribûn.