Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stranên Zazakî di Muzîka Kurdî de

Stranên Zazakî di Muzîka Kurdî de
Stranên Zazakî di Muzîka Kurdî de

Di van salên dawî de di zaravayê Zazakî de, di warê muzik û wêjeyê de gelek berhem tên afirandin. Bi taybetî stranên Zazakî, di muzîka Kurdî de xwedîyê cîhekî gelek girîng e. Me jî jibo guhdarên Dengê Amerîka li ser albûma lome û li ser huner û xebatên wî bi Kerem Sevînc re hevpeyvînekî kir.

Kerem 35 salî ye û eslê xwe ji navçeya Dîyarbekirê Pîranê ye. Pîran naveçeyeka ku piranîya wê zazakî lê tê axaftinê ye. Kerem ev 15 salin ku dest bi muzikê kiriye. Hunermendê Kurd dibêje ew bi kurmancî jî dizane lê jiber ku ew zaza ye, dixwaze bi zaravayê xwe stranan bêje û di muzika kurdî da starên zazakî zêde bike.

Hunermendê ciwan bi navê ‘Lome” albumek derxist. Ev, albûma wî ya yekemîn e. Lome ji 8 zazakî 3 Kurmancî bi giştî ji 11 stranan pêk tê. Leyla, Te Wer Kirin, Caverdeno, Apey Bidî, Dayê Welat Şêrîne, Ri Sîya, Ruken Be, Pîran, Kowta Mi Vir, Em ay Mîro, Low Pano navên stranên Lomeyê ne. Heft stranên albûmê ên zazakî awaz û muzîk ên Kerem in. Hunermendê Kurd albûmê xwe ya ku bi saûnda gîtarê amade kiriye, sê salan li ser xebtîye û piştî van xebatan ev berhem hatîye belav kirin.Kerem Sevînç destnîşan dike ku albûm bir hatîye hezkirin bi taybetî jî ji alîyê ciwanan.

Hunermendê ciwan dibêje ku piranîya sranbêjên zaza ji herêma Dêrsîmê derdikevin. Baran, Metin Kemal Kahraman, Mikaîl Aslan, Ahmet Aslan, Erdoğan Emin bi zazakî stranan dibêjin û bingeha van hunermendan piranîya xwe ji muzika gelerî distînin. Kerem dibêje ku ew jî weke van hunermendan berê xwe dide muzika gelerî. Hunermendê ciwan destnîşan dike ku ew pir di tesîra dengbêj Rencber Ezîz ê Bîngolî da maye jiber ku hema bêje bi starên wî mezin bûye. Kerem Sevînç dide zanîn ku ew li ser rehên herêmîyê dixwaze bi şêweyeka nujen berheman biafirîne.

Hunermendê Kurd destnîşan dike ku ewê di demekî nêz da bi albûmeka nûh derkeve pêşberê muzikhêzan. Kerem dîyar dike ku li ser takekesên dîrokî yên Kurd dixwaze albûmek çêbike. Jibo vê dexwzê jî dest bi xebatan kiriye. Hunermendê ciwan dîyar dike ku liser Şêx Saîdê Paloyî û li ser Seyît Rizayê Dêrsîmî neha orotoryekî amade dike. Kerem dibêje ji bo xebata orotoryoyê dê nêzîkê 30 hunermendên Kurd û Tirk re bişuxule. HUnermendê Kurd destnîşan dike ku ewê li Dîyarbekir û Dersîmê danasîna orotoryoyê dê bi konsertekî bike. Herwiha dîyar dike ku dixwaze li Hewlêrê jî danasînek çêbike jibo orotoryoyê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG